Champions League.. Li Milano jî Chelsea bi ser Ac Milan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Chelsea di gera çarem a “Qonaxa Koman” ya Champions League de, serkeftina xwe li hember mêvandara xwe Ac Mîlan dubare kir û bi encama (2 – 0) têk bir.

Şeva borî di gera çarem a qonaxa koman ya Koma (E) ya Champions League de, Ac Mîlan mêvandariya Chelsea kir û bi (0 - 2) têk çû.

Golên Chelsea bi riya Jorginho ji penaltiyê û Pierre-Emerick Aubameyang di xulekên (21 û 34) de hatin tomarkirin.

Chelsea sûd ji derkirina parêzvanê Milan Fikayo Tomori wergirt ku di xuleka (18) de ji bo astengkirina Mason Mount bi karta sor hat derxistin, da ku serkeftina xwe li hember tîma Italî dubare bike piştî ku ew hefteya borî (3 - 0) têk biribû.

Tîma Londonî Chelsea bi vê serkeftinê, bi (7) puanan bû pêşenga Koma (E), Salzburga a Avusturya bi (6) puanan di rêza duyem, her yek ji Dinamo Zagreb a Kroatya û Ac Milan bi (4) puanan di dawiya rêzbendiya komê de man.