PDK namzedê xwe ji bo postê Serokomarê Iraqê vekişand

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya PDKê ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokomarê Iraqê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, namzedê xwe yê ji wî postî, Rêber Ehmed vekişand.

Polîtburoya PDKê îro 13ê Cotmeha 2022an, di daxuyaniyekê de ragihand, piştî hilbijartinên di Cotmeha sala borî de, wan bi awayekî ron û eşkere, hewlên xwe dan ji bo rizgarkirina proseya siyasî ya Iraqê ji xitimandinê, ew jî riya hevkarî û diyaloga bi hemû hêzên serkeftî yên Iraqî di hilbijartinan de bê cudahî.

Polîtburoya PDKê dibêje, “Li ser helwesta Serok Komarê Iraqê ku mafê pêkhateya Kurd e, me ji raya giştî re bi eşkereyî ragihandiye, divê li ser wergirtina kesê rast ji bo vê postê, lihevhatineke Kurdistanî hebe, ji ber ku ew post nûneratiya hemû gelê Kurd li Iraqa federal dike. Lê mixabin, bi destêwerdan û hewldana ferzkirina îradeyên ne rast yên ji derveyî lihevkirina neteweyî ya gelê Kurd, hewl hat dayîn ku ev nêrîn were paşguhkirin. Ji ber wê yekê jî partiya me birêz (Reber Ehmed) wek namzed destnîşan kiriye ku vê postê werbigire.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî ku hemû hewildanên bi ser neketin û lihevhatina Kurdî li ber çavan nehat girtin û li ser bingeha pirensîpên me yên netewî û ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokê Komarê û damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqa Federal, me biryar da ku namzedê xwe birêz (Reber Ehmed) ji bo postê serok komarê paşve vekişînin.”

Her di vê mijarê de, Rêber Ehmed li hejmara xwe ya li tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ji bo bidestxistina lihevhatineke niştimanî û xizmetkirina berjewendiyên welat û welatiyan, min daxwaza paşvekişandina xwe ji bo postê serokomariyê pêşkêş kir.”

Her wiha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed spasiya Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir ku bawerî dane wî û ew ji bo wê postê kirin namzedê xwe.