Li Stenbolê Pêşengaha Ciwaniyê ya Navdewletî hat sazkirin

Di pêşangehê de hejmareke zêde ya kompaniyên ji Kurdistanê jî amade bûn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê Pêşangeha Ciwaniyê ya Navdewletî hate lidarxistin. Di pêşangehê de hejmareke zêde ya kompaniyên ji Kurdistanê jî amade bûn. Di pêşangehê de ku ji 145 welatên cîhanê beşdarî tê de kirin, bi hezaran berhemên ciyawaz yên ciwaniyê hatin pêşandan.

Pêşangeha Berhemên Ciwaniyê ya Navdewletî (BEAUTY ISTANBUL) li bajarê Stenbolê bi beşdariya 145 welatan hate lidarxistin. Di pêşangeha îsal ya li Stenbolê yekem car kompaniyên ji Herêma Kurdistanê jî beşdarî tê de kirin.

Kompaniya ku ji paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê beşdarî Pêşaneha Ciwaniyê ya Navdewletî kir, armanc dike ku markaya Kurdistanê û berhemên ciwaniyê raberî welatên li cîhanê bike û di sektora ciwanbûnê de ciyêwaziyekê pêk bîne.

Yûsif Ebûbekir ji K24ê re diyar kir: “Heta niha zêdetir li çendîn welatên Ewrûpa yên wekî Fransa, Brîtanya û Îtalya li ser vê merqeyê daxwazeke zêde hebû. Em jî dixwazin di dahatûyê de vê merqeyê li seranserî cîhanê berbelav bikin û bifiroşin.” 

Pêşangega Ciwaniyê ya Navdewletî ku ji sedî 57ê wê ji beşdarên biyanî pêk tê û fersendên karkirinê ya di nava kiryar û firoşkaran de di nava xwe de dihewîne bi berhemên ciyêwaz yên di siktora kozmetîkê de deriyên nû vedike. Kompaniya ku ji Dihokê jî beşdariyê di pêşangehê de dike, dixwaze bi rêya markeyên biyanî û bi kalîte hem li Kurdistanê xizmetî Kurdan bike û hem jî Kurdan bi berhemên biyanî yên ciwaniyê baştir bide nasîn.

Nûnerê Kompaniya Berhemên Ciwaniyê li Kurdistanê Riyad Gergerî ji K24ê re destnîşan kir: “Me divê em tiştekî ciwan û muretteb li Duhok û Kurdistanê pêş bixîne; tiştekî ciwan û muretteb bo milletê me. Tiştekî gazindên wan jê çê nebe. Ya ewil. Ya duyem jî me xwest em wekî Kurdek li vê derê beşdar bibin wisa. Ev bo me jî baş e bo milletê me jî pêşkeftineke baş e.”

Beşek ji welatiyên beşdarî pêşangehê bûne didin zanîn, ew pê kêfxweş in ku bi rêya vê pêşangehê bi hazaran berhemên ciwaniyê yên navdewletî di nava hev de dibînin. Beşek ji welatiyan jî naverokê û berhemên di pêşangehê de qels û lawaz dibînin.

Welatiyeke bi navê Rabiye Pepe diyar kir: “Bi ya min li gorî par îsal fuar gelekî berfirehtir û dewlementtir e. Îsal gelek kompaniyên biyanî jî beşdar bûn e.           

Melîke Polatgîl got: "Herî dawîn beşdarî pêşangeha li Koreyê bûbûm berî wê jî çûbûm ya li Îtalyayê. Berhemên li wan deveran hê rengîntir û ciyawaztir bûn." 

Di Sêyemîn Pêşangeha Ciwanî ya Navdewletî de ji berhemên makyajê bigirin heta kuafor, berhemên malî yên ciwaniyê, maddeyên xam, ambalaj, kozmetîkên taybet, sabûn, şampûan, krem û heta bi parfûman bi hezaran berhem tên pêşandan.