IPI: Li Tirkiyê çapemenî di bin metirsiyê de ye

Misyona Azadiya Çapemeniya Hevkar ya Navdewletî ku bi serperiştiya IPIyê li Tirkiyê û Başûre Kurdistanê dest bi serdan û lêkolînan kiribû, xebata xwe bi dawî anî û daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Misyona Azadiya Çapemeniya Hevkar ya Navdewletî ku bi serperiştiya IPIyê li Tirkiyê û Başûre Kurdistanê dest bi serdan û lêkolînan kiribû, xebata xwe bi dawî anî û daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Li gorî daxuyaniya IPIyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe metirsiya li ser rojnamegeran zêde dibe. Herwiha rojnameger bi îşkence û mudaxaleyên fîzîkî re rû bi rû dimînin. Ev kiryar li gorî salên borî hatiye asta metirsîdar.

Bi pêşengiya Enstûtiya Medyayê ya Navdewletî (IPI) her sal li Stenbol, Enqere û Diyarbekirê civînên mîsyona azadiya çapemeniyê li dar dikevin. Di civîna Îsal de digel IPIyê, Rêxistina Efûyê, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Azadiya Medyayê û Çapemeniya Ewrûpayê (ECPMF) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) amade bûn. Di civînê de nûnerên saziyên navdewletî yên rojnamegeran û rêxistina efûyê, li ser mijarên yasaya Dezenformasyonê û egerên bandora wê, darizandina rojnamegeran û bêsiza hiliştina êrîşên fîzîkî, 16 rojnamegerên girtî yên li Diyarbekirê û hevkariya bi wan re rawestiyan.        

Serokê Bernameyên Ewrûpayê û Parastinê (IPI)Oliver Money-Kyrle ji K24ê re ragihand: “Di van salên dawî de jî bi sedan rojnameger tenê ji ber ku karê xwe kirine hatine zindanîkirin. Anku ev ne tiştekî nû ye lê bi vê yasayê dezenformasyonê û amûrên di destê wan de hikûmet dê êdî karibe çi li medyayê bike êdî hûn bifikirin. Herwiha li aliyê din dê karibe sansûrê hê berfirehtir bike.”

Di civîna azadiya medyayê û metirsiya li ser rojnameger û çapemeniyê de ku bi pêşengiya IPIyê çû serî, li Tirkiyê; di heman demê de li ser ewlehiya rojnamegeran û derbirina ramana azad, çapemenî û nûçeyên derbarê hilbijartinên sala 2023an, azadiya çapemeniyê û ewlehiya destûra bingehîn hate rawestîn û metirsiyên di vê derbarê de bi raya giştî ya cîhana re hatin parvekirin.

Ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî Ruhat Sena Akşener ji K24ê re diyar kir: “Ne tenê vê serdemê hema bêjin di her serdemê de rojnameger rastî fişarê hatine. Herwiha rojnameger vê serdemê bi destê darazê jî rastî fişaran tên. Gelek rojnameger niha di zindanê de ne, piranî jî tenê ji ber ku karê xwe kirine. Li Tirkiyê metirisya li ser rojnamegran he rku diçe zêde dibe.”

Mîsyona şandeya navdewletî ya ku bi serkêşiya IPIyê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê derbarê rewşa rojnamegeran de lêgerîn û lêkolînên xwe pêk anî û ji aliyê 7 dezgehên din ên navdewletî ve tê piştevanîkirin, bang li desthiata Tirkiyê kir da ku rojnameger bên parastin û astengiyên li pêşiya azadiya çapameniyê ya di serdema hilbijartinên 2023an de bêne çareserkirin. Herwiha misyonê, di heman demê de pejirandina Yasaya Dezenformasyonê ku di parlamentoya Tirkiyê de di encama dengdanê de hate pesentkirin jî şermezar kir.