HDP ji Latîf Raşîd re nameya pîrozbahiyê şand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê Latîf Reşîd de peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.

Hevserokên HDPê nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê nû yê Iraqê Latîf Raşîd kir û piştgiriya xwe ji bo çareseriya kêşeyên li Iraqê bi şêweyek demokratîk nîşan dan.

Di nameyê de tê gotin; ji bo çareseriya kêşeyên civakî û siyasî digel vê yekê, ji bilî damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, di warê aştiya civakî û dawîlêanîna şer û pevçûnan û hewlên we yên tehkîmkirina vê yekê li hemû Iraqê, bizanibin ku wekî HDP em ê jî piştgiriyê bidin we.

Di dirêjahiya nameyê de wiha tê gotin: 

Birêz Latîf Reşîd

Ji ber ku hûn ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek serokomar hatine hilbijartin, em we pîroz dikin û hêvîdar in hûn serkeftî bin, di vê serdema ku gelên herêmê di proseyeke xedar û dijwar re derbas dibin.

Em jê haydar û agahdar in ku gelên li Iraqê xwedî bendewariyê ne ji we; ku ji bo aramî û azadiyan berdêlên giran dane û hêviya wan ew e ku bi şêweyekî aştiyane û demokratîk, li ser esasên aheng, lihevkirin û diyalogê dest bi vê serdema nû bikin.

Ji bilî damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, di warê aştiya civakî û dawîlêanîna şer û pevçûnan û hewlên we yên tehkîmkirina vê yekê li hemû Iraqê, bizanibin ku wekî HDP em ê jî piştgiriyê bidin we.

Bi rêya serpêhatî û zanîna we, ji bo çareseriya kêşeyan ya derbarê nasname û pirçandiya welêt de ku em hêvî dikin û baweriya me jî ji sedî sed ew e, ji bo lihevkirina aliyên siyasî hûnê li gorî esasên diyalogê tevbigerin û rêbazên aştiyane bikar bînin di warê çarseriya kêşeyan de.

Bi vê mebestê em peywira we ya Serokomariya Iraqê ji dil û can pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.   

Pervîn Buldan-Mîthat Sancar

Hevserokên Giştî yên HDPê

20 Cotmeha 2022