Li Stenbolê mezintirîn festîvala Wanê hat sazkirin

Di festîvalê de berhemên xwemalî yên Kurdî yên devera Wanê hatin nîşandan, da ku kultûra Kurdî ya Wanê zêdetir were nasîn û belavkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê mezintirîn festîvala bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hat sazkirin. Di festîvalê de berhemên xwemalî yên Kurdî yên devera Wanê hatin nîşandan, da ku kultûra Kurdî ya Wanê zêdetir were nasîn û belavkirin.

Xwarinên navdar ên Wanê yên wek keledoş û girarên li nav sîtilên mezin, taştêya Wanê û penêra navdar a bi giyayê tê çêkirin bi tehm û dîmenên xwe bala beşdaran kişand.

Aşpêjekî ji K24ê re diyar kir: “Ev beriya hezar salan e dayik û dapîrên me tev ev xwarin çêdikirin û heta roja îro gihiştiye, niha em jî çêdikin. Tê de savar, nok, fasûlye, pincar, mende û siyabo û giyayên çiyayê heye.

Sînan Wanî jî dibêje: “Ev penêr ji binê berfê derdikeve. Dema berf dibare zivistanê ev berhem tê da şîn dibe. Piştî barîna berfê xilas dibe em diherin ji binê berfê derdixin û piştre bi sîrê amade dikin.”

Gelek dengbêjên Kurd li nav civat û dîwaneke Kurdewarî bi cil û bergên neteweyî di festîvalê de amade bûn û bi kilamên Kurdî reng dan festîvalê.

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglu diyar kir: “Tesîra dengbêjî li ser ziman û kultûra Kurdî gelek giranbiha û qedîm e ku wek çavkaniyeke mezin e. Divê herkes qedrê dengbêjiyê bigire.”

Gelek kesên ji navçeyên cuda yên Wanê mil dan hev û bi stranên gelêrî govend gerandin û coşa festîvalê zêdetir kirin.

Abdulwehab Semo mêşvanê Kurd ê ji Wanê ku 50 kîlo mêşên bi ser xwe ve kom kiribû û gelek deng vedabû bi hingiv û mêşên ji bajarê xwe kelepora warê xwe di vê festîvalê de nîşan da.

Mêşvan Abdulwehap Semo got: “Armanca me danasîna kultûra Wanê ye loma min mêş bi xwe ve kir da ku bala cîhanê bikêşim ser Wanê. Ez hewl didim di ceribandina din de 65 kîlo mêş bi ser xwe ve berhev bikim da ku rekora cîhanê tomar bikim.”

Di beşa berhemên hunerî de bo keça Kurd Jîna Emînî tabloyeke hunerî ji aliyê hunermendê Wanî Haydar Ekînek ve hat çêkirin.

Haydar Ekînek diyar kir: “Li tevahiya cîhanê jin tên kuştin, li Tirkiye, li Sûriye, li Iraqê, li Îranê jin gelek zilm û zehmetiyê dibînin. Min jî ev wêne bo Jîna Emînî amade kir.”

Ev mezintirîn festîvala kultûrî ya Wanê cara yekem e li Yenîkapiya Stenbolê ji hêla komeleyên Federasyona Wanê ve tê sazkirin, hewl tê dayîn salane bi rêkûpêk were lidarxistin.