Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: Ji bo destpêkeke nû piştevaniya te dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidestxistina baweriya Parlamentoya Iraqê ji bo kabîneya nû, pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidestxistina baweriya Parlamentoya Iraqê ji bo kabîneya nû, pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî  îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan li ser Twitterê ragihand, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û ew dilniya kiriye ku ji bo destpêkeke nû ya di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevaniya wî dike.

Mesrûr Barzanî derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez îşev bi telefonê ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî axivîm û min ew dilniya kir ku ji bo destpêkeke nû ya di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevaniya wî dikim, ku bibe sedema pêşvebirina hevahengî û gotûbêjê li şûna milmilanî û rûbirûbûnê. Pêwîstiya welat bi vê cûre hevbeşiyê heye.”

Îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna 253 parlamenteran, Parlamentoya Iraqê bawerî da beşek ji kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî.

Piştî ku roja 13ê Cotmeha 2022yan, ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin, Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, îro karnameya kabîneya hikûmeta xwe eşkere kir û beşek ji wezîrên wî, di rûniştina Parlamanetoya Iraqê bawerî wergirt.