Serokê nû yê PSKê: Di kongreyê de tekezî li tifaqa Kurdî hate kirin

Serokê nû yê PSKê Bayram Bozyel: Divê Kurd di vê rewşa niha ya Tirkiyê de yekdeng bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Diyarbekirê kongreya xwe ya sêyem li dar xist û Bayram Bozyel ku wek serokê nû yê PSKê hat hilbijartin dibêje: “Divê Kurd di vê rewşa niha ya Tirkiyê de yekdeng bin.”

Serok PSKê Bayram Bozyel beşdar bultena nûçeyan a K24ê bû û derbarê giringiya lidarketina kongreya PSKê di vê demê de got: “Niha Tirkiye û her wiha Kurd û Kursdistan di rewşeke awarte re derbas dibin. Êrîşên dijwar li ser Kurdan hene, li Tirkiyê jî rewşên giran heye. Di heman demê de jî li hember partiya me û partiyên navê Kurdistanî doz hate vekirin û qada siyasetê li Tirkiyê pir teng bûye, bi taybet jî derbarê Kurdan de. Me jî di vê rewşê de kongreya xweli Diyarbekir li dar xist, ev cara yekem e ku partiyeke Kurdistanê kongreya xwe li Diyarbekirê li dar dixe, ev jî nîşana berxwedana tevgera Kurd e.”

Got jî: “Kongre bi nêrîna min û beşdaran, gelekî serkeftî bû û naveroka wê jî gelekî xurt bû. Medyaya Kurdî jî kongreya me rûmal kir, em spasiya wan dikin.”

Diyar kir jî: “Çend biryarên sereke di kongreyê de hatin girtin, ji wan jî pêkanîna tifaqa Kurd bû. Berê jî me diyar kiriye û niha jî tekeziyê lê dikin ku di vê rewşa hestiyar de, pêwîstî tifaqa Kurdî heye, ta ku bikarin bandorekê li ser siyasteya Tirkiyê bike û fişarê li aliyên Tirkî bike ji bo gevan di pirsa Kurdî de bavêjin û Kurd bikarin bi awayekî azad siyasetê bikin.”

Bozyet got jî: “Di pêşiya me de hilbijartin heye û guhartina sîstema serokatiyê di rojevê de ye û her wiha egera danîna destûreke nû li Tirkiyê heye. Di qonaxeke wiha de, divê Kurd yekdeng bin û bi bernameyekê tevbigerin.”

Amaje bi biryareke din jî kir û got: “Sala li pêşiya me, sedsaliya peymana Lozanê ye ku qedera Kurd ber bi xirapiyê ve guhartiye, em daxwaz ji aliyên Kurdan dikin ku di sedsaliya Lozanê de werin ba hev û ji bo nehîştina encamên wê bi hev re tevbigerin.”

Her wiha got: “Em giringiyeke stratejîk didin xebata sivîl û demokratîk. Di kongreya me de jî tekezî hate kirin ku divê siyasta Kurd ji tundûtûjî û şer dûr bikeve, ji ber ku siyaseta şer xizmeta siyastên dewletên dagîr dike. Me bang li PKKê jî kir ku dest ji şerê çekdarî berde û pêşiya riya siyasetê veke. Di heman demê de jî em ji dewleta Tirkiyê re jî dibêjin ku bi şer û tundûtûjiyê pirs çareser nabin.”

Bozyel destnîşan kir jî, di kongreya PSKê de tekezî li giringîpêdana bi ziman û çanda Kurdî hat kirin, ji ber ku nasnameya Kurdî li ser ziman tê avakirin. PSK jî dixwaze xebatên ji bo çand û zimanê Kurdî zêde bike.

Bozyel aşkere kir jî: “Me biryar da ku giraniyê bidin dîplomasiyê, ji ber ku pirsa Kurd ne pirseke navxweyî ye û êdî bûye pirseke navdewletî û heta Kurd piştgiriya navdewletî nestînin, em nagihin armancên xwe.”

Serokê PSKê got jî: “Bangewaziya me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê hebû ku di vê qonaxê de diyalogek di nava wan de hebe, ji ber ku qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve hatiye girêdan.”