Partiyên opozîsyonê: Desthilat bi mijara destûrê dixwaze rojevê biguherîne

Derbarê banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ku gotibû pêwîstî bi makezagoneke nû heye, partiyên opozîsyonê dibêjin, serokomar vê yekê wek taktîkekê bi kar tîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Derbarê banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ku gotibû pêwîstî bi makezagoneke nû heye, partiyên opozîsyonê dibêjin, serokomar vê yekê wek taktîkekê bi kar tîne û dixwaze bi nîqaşên ser makezagoneke nû nakokiyan têxe nava partiyên maseya 6 alî.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bang kiribû ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi makezagoneke nû heye û dixwazin di sedsala nû ya Komara Tirkiyeyê de vê yekê pêk bînin.

Derbarê vê daxuyaniyê de partiyên opozîsyonê jî dibêjin armanca serokomar ew e ku bi rêya nîqaşên ser makezagonê nakokiyan têxe navbera partiyên maseya 6 alî û bal tê kêşan ku beriya hilbijartinan makezagon nayên guherîn ku ya rast ew e îradeyeke xurt ji hilbijartinan derbikeve û ew îrade makezagoneke nû çêke.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya DEVA Cîhan Ulsen ji K24ê re ragihand: “Banga makezagoneke nû taktîk e. Tê xwestin li ser xalên krîtîk ên makezagonê nîqaş werin kirin û bi van nîqaşan jî maseya 6 alî biderize. Makezagon bê erêkirina her alî û li ser zemînek demokratîk tê guherîn, ew zemîn niha nîne. Eger ew zemîn çêbe em dikarin bêjin derbarê xala zimanê zikmakî de û pênaseya welatîbûnê de rêkûpêkkirin dikarin çêbin. Ji ber ku pênaseya welatîbûnê ya makezagonê pênaseyek leşkerî ye”

Nêrîneke din a partiyên opozîsyonê jî ew e ku tê gotin madem pêwîstî bi makezagoneke nû heye û serokomar vê bangê dike, çima di desthilata xwe ya 20 salî de ev yek pêk neanîne û niha di pêvajoya hibijartinê de ev yek tê rojevê.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya ÎYÎ Vecdîn Ensarîoglu ji K24ê re diyar kir: “Beriya mijara makezagonê divê em vê yekê bêjin ku di navbera opozîsyon û desthilatê de pirsgirêka baweriyê heye. Opozîsyon baweriyê bi desthilatê nayne. Ji ber ku dixwazin bi hêviya çêkirina makezagoneke nû rojeva rasteqîn bidin guherîn. 20 sal in desthilat in, çima heta niha çênekirin. Herwiha berê digot makezagoneke sivîl lê niha êdî nabêje sivîl jî. Em jî dixwazin makezagonek wisa were çêkirin ku cudahiyê nexe navbera welatiyan. Lê ne jidil in.”

Di xala 4em ya makezagona Tirkiyeyê de tê gotin ku divê 3 xalên pêşî neyên guherîn û divê bo guherîna wan xalan pêşniyar jî neyê kirin. Partiyên opozîsyonê dibêjin zemîna siyasî ya Tirkiyeyê ne amade ye ku di vê mijara 3 xalên pêşî de gotûbêj werin kirin ji ber ku nakokiyên navbera civakê de kûr bûne.