Sûdanî: Lêkolînên derbarê kuştina welatiyê Amerîkî de berdewam in

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, lêkolînên derbarê kuştina welatiyê Amerîkî de berdewam in.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, lêkolînên derbarê kuştina welatiyê Amerîkî de berdewam in.

Mihemed Şiya Sûdanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, kuştina welatiyekî Amerîkî li Bexdayê cihê pirsyar e û dosyeya ewlehiyê li Iraqê xeta sor e.

Sûdanî eşkere kir ku ew welatiyê Amerîkî, du sal in li Berxdayê niştecî bû.

Duh Duşemê 7ê Mijdara 2022yan, jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell ku 45 salî ye, li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hatiye kuştin.

Heman jêder eşkere kir, termê welatiyê Amerîkî bo nexweşxaneyê hatiye gihandin û li gor raporta bijîşkî, di encama teqelêkirinê de hatiye kuştin.

Herwiha diyar kir ku welatiyê Amerîkî li rêxistineke hawarçûnê ya li Iraqê kar dikir.