Alî Babacan berî civîna şeş alî ligel Kemal Kiliçdaroglu civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya civîna maseya şeşalî, Serokê Giştî yê partiya DEVAyê Alî Babacan gera hevdîtinên dualî dewam dike.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023'an re, hevdîtinên maseya 6 alî ya ku nikarin ji kêşeya diyarkirina namzedê hevbeş derkevin, dewam dikin.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan ku di rojên borî de bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Karamollaoglu re hevdîtin pêk anî, îro çû Navenda Giştî ya CHPê û bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir.

Her di wê derbarê de, Babacan sibê demjimêr 11:30 dê bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bicive.

Heştemîn civîna serkirdeyan maseya şeşalî, dê 14ê Mijdarê roja Duşemê li navenda Partiya DEVAyê kom bibe.