Derbarê Demîrtaş de doz hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de, doz hat vekirin.

Koma Parastina Demirtaş ragihand, derbarê Demîrtaş de li ser serlêdana Wezareta berevaniyê, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "heqaret li sazî û organên dewletê kiriye" lêpirsîn hat vekirin. ji bo zirara ne madî doz hat vekirin. Hat diyarkirin ku bi sedema “Êrîş li dijî mafên şexsî, namûs û şerefa Hêzên Çekdar ên Tirk hatiye kirin” 100 hezar lîreyî zerara ne madî hatiye vekirin.

Di daxuyaniya Koma Parastinê ya têkildarî lêpirsînê de ev tişt hatin gotin: “Daxuyaniya birêz Demîrtaş bi temamî di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Daxuyaniyên ku doza tazmînata manewî û giliyê sûc dikin, hêmaneke sûc li xwe nagirin, li hemberî kes û saziyê jî êrîşeke bêhiqûqî pêk nayên. Doza ku hatiye vekirin û giliyê sûc bi hiqûq, sedem û mantiqê nayê îzahkirin. Ev nêzîkatiya ku ji xeynî xeniqandin û tirsandina azadiya derbirînê û azadiya nîqaşên siyasî ji aliyê darazê ve ti wateya wê tune ye, di heman demê de yek ji mînakên herî zelal ên pratîka demdirêj a nefreta rêxistinî û sazûmanî ya li dijî muwekîlê me birêz Demîrtaş e. Em ê bi motîvasyona ku ji mafê xwe distînin, parastina Demîrtaş bikin.”

Demîrtaş di 19’ê Cotmehê de di nivîsên xwe yên têkildarî îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKKê de ev daxuyanî bi kar anîbû:

"Parêzerên min ragihandin ku li ser medyaya civakî dîmenên ku li dijî endamên PKK'ê çekên kîmyewî hatine bikaranîn hene. Ji bo tespîtkirina rewşê, divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî ji bo lêkolînê biçe herêmê. Divê şert û mercên vê yekê bên bicihanîn.

Parlamento û muxalefet nikarin li hemberî van dîmenan bêdeng bimînin. Derbaskirina wê bi bêdengiyê pejirandina sûc e. Bikaranîna çekên kîmyewî, sedem çi dibe bila bibe, li seranserê cîhanê sûcek e. Bersûcê eşkere yê sûcekî bi vî rengî wê desthilatdariya AKP-MHP'ê be ku di polîtîkaya şer de sînoran nas nake.

Bila kes kêliyekê jî ji bîr neke ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ji bo sûcên li dijî mirovahiyê ti şert û mercên sînordarkirinê nîne. Kesên ku sûcekî wiha bikin, teqez wê li pêşberî daraza serbixwe hesab bidin.”