Maseya şeşalî dê li hember egera nêzîkbûna HDP û AK Partiyê çi bike?

Li Tirkiyê ber bi hilbijartinan ve egera nêzîkbûna Ak Partî û HDPê rojeva siyaseta navxwe mijûl dike. Ev eger bo partiyên opozîsyonê ango maseya şeşalî nigeraniyek e.
Maseya Şeşalî ya Opozîsyona Tirkiyê
Maseya Şeşalî ya Opozîsyona Tirkiyê

Enqere (K24) - Li Tirkiyê ber bi hilbijartinan ve egera nêzîkbûna Ak Partî û HDPê rojeva siyaseta navxwe mijûl dike. Ev eger bo partiyên opozîsyonê ango maseya şeşalî nigeraniyek e. Ji ber ku rapirsî nîşan didin bêyî piştgiriya HDPê serkeftina maseya şeşalî zehmet e. Roja Duşemê maseya şeşalî dê liser hejmarek babetan dîsa kom bibe û çaverê tê kirin HDP û AK Partî jî di rojeva maseyê de bin.

Egera nêzîkbûna partiya desthilatdar AK Partî û HDPê di rojeva siyaseta Tirkiyê de ye. Serokên partiyên muxalefetê yên maseya şeşalî jî roja Duşemê 8emîn car kom dibin. Kombûna vê carê ji ber geşedanên dawîn, wek civînek taybet û krîtîk tê dîtin.

Beriya niha Seroka Partiya IYI gotibû, “Li ser maseya HDP heyî em rûnanên.” Her çi qas mase bi avayekî eşkere qebûl neke jî, ji daxuyaniyên berê yên HDPê jî diyar dibe ku mase naxwaze bi HDPê re di nav tifaqê de xuya bike. Lê li gorî rapirsiyan, rêjeyên dengên partiyên li ser maseyê, bêyî piştgiriya HDPê, di hilbijartinan da têra biserkeftinê nakin. Lewma partiyên maseya şeşalî egera nêzîkbûna AK Partî û HDP ji nêz ve dişopînin.

Cîgirserokê Partiya Saadetê Mustafa Kaya ji K24ê re ragihand: “Seredana AK Partî bo HDPê pêngavek rast e. Lê ez nebawer im ku ev danûstandin rêya hevkariyekê vekin. Pozîsyona HDPê li dijî desthilatê ye û bi ya min dengdêrên HDPê jî hevkariyek wiha qebûl nakin.”

AK Partî nikaribe piştgiriya HDPê bistîne jî, egereke din heye. Dengdêrên HDPê di hilbijatinan de dengên xwe bi kar neynin jî rêya serkeftinê di hilbijartinan de bo desthilatê vedibe. Çavkaniyên ji maseya şeşalî egera boykotkirina hilbijartinan ji aliyê HDPê ve wiha dibînin.

Sekreterê Giştî Yê Partiya DEVA Medenî Yilmaz ji K24ê re diyar kir: “Desthilat îro ji partiyekê re dibêje reş, sibe jî ji bo berjewendiyên xwe dibêje spî. Ji bo partiyeke weke HDPê ku li Parlementoya Tirkiyê jî temsîl heyî, doza girtinê vekirin. Kêşeya wan ya prensîpan heye. Lewma her eger pêkan e. Lê min di daxuyaniyên HDPê de sînyalên erênî li hember desthilatê nedîtin.”

Li aliyê din yek ji rexneyan li hemberî maseya şeşalî ev e ku, di nava hemahengiyê de nînin û nakokiyên xwe kifş dikin. Li ser danûstandinên HDP û AK Partî jî, Partiya IYI rexneyek tund kir, berevajî Partiya Pêşerojê ku di derbarê danûstandinan de erênî axivî.

Nakokiyeke din li ser maseya şeşalî, egera beşdarbûna maseyê ya Partiya Tirkiyeya Serbixwe BTPê û piştgiriya Partiya IYI bo wê ye. Roja duşemê ev jî dê were rojevê. Li gorî çavkaniyên siyasî, partiyên liser maseyê bihêrs in, ku seroka Partiya IYI bêyî destûra wan biryarek wiha daye.