Serokê Şaxa Basa yê MHPê ji ber pêwendiya bi gumanbara teqîna Îstiklalê îfade da

Li ser teqîna Stenbolê ku di encama wê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn, derket holê ku bi telefona Serokê Şaxa navçeya Basa ya Şirnexê yê MHPê Mehmet Emîn Îlhan pêwendî bi gumanbara teqînê Ahlam Albashir re hatiye danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser teqîna Stenbolê ku di encama wê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn, derket holê ku bi telefona Serokê Şaxa navçeya Basa ya Şirnexê yê  MHPê Mehmet Emîn Îlhan pêwendî bi gumanbara teqînê Ahlam Albashir re hatiye danîn.

Li gor ragihandina medyaya Tirkiyê di nav kesên ku ji ber teqîna kolana Îstiklalê îfadeya wan hatiye standin de Serokê MHPê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan jî heye.

Hat ragihandin, bi telefona ku li ser navê Mehmet Emîn Îlhan tomarkirî ye, pêwendî bi gumanbara teqînê Ahlam Albashir hatiye danîn.

Mehmet Emîn Îlhan li ser pirsa malpera nûçeyan a Tirkiyê T24ê piştrast kiriye ku ew çûye îfadeya xwe daye û gotiye: "Ji aliyê rêxistina terorê ve hewl dan ku li ser me lîstikek bilîzin.”

Li ser pirsa “xwestine lîstikeke çawa li ser te bilîzin?” jî Îlhan gotiye: “Ez niha ne amade me, ez naxwazim biaxivim.”

Roja 13ê Mijdara 2022yan, li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rûda û di encama teqînê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de dibêjin, kesa bombe daniye hatiye desteserkirin û ev êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin, lê PKK eşkere dike ku ti têkiliya wan bi wê teqînê re tune ye.