Banka Cîhanî hişyariyê dide Iraqê

Banka Cîhanî ragihand, sektora petrolê ya Iraqê ji ber sizayên ser kompaniyên Rûsî, ziyanê dibîne.

Hewlêr (K24) – Banka Cîhanî ragihand, sektora petrolê ya Iraqê ji ber sizayên ser kompaniyên Rûsî, ziyanê dibîne.

Banka Cîhanî di raportekê de ragihandiye, kompaniyên petrolê yên Rûsyayê ku li Iraqê kar dikin, ji ber sizayan ziyanê digihînin sektora petrolê ya Iraqê.

Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, bilindbûna bihayê petrolê, bandora xirab li ser aboriya Iraqê dike.

Herwiha Banka Cîhanî ragihandiye, dibe ku Iraq bilez bike ji bo cîbicîkirina çaksazî û girîngîdana sektorên bankî û saziyên darayî.

Di raportê de Banka Cîhanî tekezî li ser hemecûrkirina dahatê kiriye, ev jî ji bo bihêzkirina aboriya Iraqê, da ku pişta xwe tenê bi dahata petrolê ve girê nedin.