Li Îranê zêdetirî 400 xwepêşander hatine kuştin

Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ragihand, ji destpêka xwepêşandanên Îranê heta roja Îna borî, herî kêm 402 xwepêşander hatine kuştin.

Hewlêr (K24) – Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ragihand, ji destpêka xwepêşandanên Îranê heta roja Îna borî, herî kêm 402 xwepêşander hatine kuştin.

Amarên wê tora mafên mirovan ji 16ê Îlona borî heta 18ê vê meha Mijdarê li xwe digre û li gor zanyariyên Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, 402 kes hatine kuştinî ku ji wan 58 zarokên li jêr 18 salî bûne.

Herwiha di nava vê demê de herî kêm 16 hezar û 813 xwepêşander hatine desteserkirin û li 150 bajar û bajarokan xwepêşandan birêve çûne.

Li gor raporta Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, li 140 zanîngehan xwepêşandan birêve çûne û 524 xwendekar jî hatin desteserkirin.

Herwiha li gor raportê, tenê di rojên 17 û 18ê vê mehê de, 21 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin ku piraniya wan li bajarên Bokan û Mehabad ên Rojhilatê Kurdistanê bûne.