Êrîşên hevdem ên Tirkiye û Îranê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê

Ev operasyon çend rojan piştî pêwendiya telefonî ya her du wezîrên navxwe yên Tirkiye û Îranê dest pê kir.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Tirkiyê û Îranê li dijî du perçeyên Kurdistanê rojava û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên hevdem kirin. Ev operasyon çend rojan piştî pêwendiya telefonî ya her du wezîrên navxwe yên Tirkiye û Îranê dest pê kir. Di wê pêwendiya telefonî de her du wezîran tekezî li ser dijminên hevbeş û têkoşîna hevbeş a li dijî wan dijminan kiribûn. Piştî vê pêwendiya telefonî du rojan Tirkiyeyê li dijî rojava û başûrê Kurdistanê, Îranê jî li dijî Koyê û Cejnikanê operasyona asimanî kir.

Tirkiye û Îran li dijî du perçeyên Kurdistanê rojavayê û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên hevdem kirin.

Ev êrîş di demekê rû didin ku, her du rejîm li welatên xwe rûbirûyê krîzên mezin in. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhiladaneke ciddî li dijî rejîma wî welatî ev du meh in bi rê ve diçe û roj nîne xwenîşandan neyên kirin û xelk neyê kuştin.

Li Tirkiyeyê jî zextên siyasî ya li ser maf û azadiyên bingehîn û krîza aborî welatî dîl girtine û ji ber ve yekê dengên hikûmeta AK Partiyê roj bi roj kêm dibe. Li gor encamên gelek rapirsînan egereke ciddî ye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan desthilata xwe ya 20 salan ji dest bide.

Tam di vê qonaxa krîtîk de Tirkiyeyê bi hinceta PKK û YPGê ji Efrînê heta Qendîlê her du perçeyên Kurdistanê bombebaran kirin. Piştî rojekê jî Îranê mûşek bi ser Koyê û Cejnîkana Hewlêrê de barandin.

Ev operasyona hevdem çend rojan piştî pêwendiya telefonî ya her du wezîrên navxwe yên Tirkiyeyê û Îranê dest pê kir.

Li gor ragihandina ajansa nîv fermî ya rejîma Îranê ÎSNAyê di pêwendiya telefonî de Îranê teqîna Stenbolê, Tirkiyeyê jî xwenîşandanên li Îranê şermezar kiriye.

Her du wezîran tekezî li ser pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyên xwe yên li navçeyê kirine û gotine dijminên hevbeş ên Îran û Tirkiyeyê hene û lewma li dijî terorê pêwîstiya wan bi têkoşîneka hevbeş heye.

Serokê Civata Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî jî di wê pêwendiya telefonî de amade bûye û diyar kiriye ku, ewlekariya hevbeş a her du welatan di berjewendiya wan û ya navçeyê de ye.

Tirkiye û Îran li navçeyê du welatên rikeber ên sereke ne û şer û nakokiyên wan ên dîrokî hene. Lê digel hemî nakokiyên mezin dema mijar tê li ser Kurdan, ev her du welat hemî pirsgirêkên xwe jibîr dikin û êrîşê dibin ser Kurdan.