NY: DAIŞê tawana şer li dijî Mesîhiyên Iraqê encam daye

Pênc sal di ser xelafeta DAIŞê û desthilata wê ya li Iraqê re derbas bûn. Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan lêkolînên li ser tawanên DAIŞê yên desthilata wê ya di salên 2014 heta 2017an de didomînin.

Hewlêr (K24) – Pênc sal di ser xelafeta DAIŞê û desthilata wê ya li Iraqê re derbas bûn. Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan lêkolînên li ser tawanên DAIŞê yên desthilata wê ya di salên 2014 heta 2017an de didomînin.

Lijneya Lipeyçûnê ya Neteweyên Yekgirtî raporteke 26 rûpelî li ser tawanên DAIŞê yên li dijî Mesîhiyên Iraqê belav kir, ku beşek ji wan dikeve çarçoveya tawana şer û dijî mirovahiyê.

Li gor raporta lijneya ser bi Neteweyên Yekgirtî, DAIŞ di dema desthilata xwe de li deverên Mesîhiyan ên weke Mûsil, Başîka, Bertile û Hemdaniye, xelkê neçar kiriye ku cih û warê xwe bi cih bihêlin û beşek ji wan jî kuştine.

Herwiha DAIŞê dest daniye ser mal û milkên wan û bi zorê ola wan bi wan daye guhertin û destdirêjiyê li ser cihên wan ên pîroz kiriye û wêran kiriye an jî bi mebestên din bi kar aniye.

Neteweyên Yekgirtî di raportê de lêkolîna bikaranîna çekê kîmyewî ji aliyê DAIŞê ve li dijî Mesîhî û pêkhateyên din ên li navçeyê kiriye, ku DAIŞê bi komkujiya dîl û zindaniyan kiriye ku ev hemû wek tawana şer tê nasîn.

Neteweyên Yekgirtî bi rêya lijneyên xwe yên meydanî, lêkolîna tawanên DAIŞê didomîne û raporta li ser tawana şer a li dijî Mesîhiyan, bi mebesta gotûbêjkirin û dengdana li ser raportê, şandiye Encûmena Asayîşa Navdewletî.