Li Stenbolê rojeva çar parçeyên Kurdistanê hate nîqaşkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve paneleke li ser navê Rojeva Kuristanê hate lidarxistin. Nûnerê ENKS, nûnerê PDK-İ û pisporên ji Başûrê Kurdistanê di panelê de amade bûn. Axifgeran beşdarên panelê  li ser rûdanên siyasî, aborî şer û pevçûn agahdar kirin û bal kişadin ser nebûna hevpeymaniyeke di nava Kurdan de ku ji aliyê coğrafik ve rê li ber metirisyan vedike.

Partiya Azadiya Kurdistanê li Stenbolê bi sernavê “Rojeva Kurdistanê” panelek lidarxist. Di panelê de ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên rêxistinan amade bûn û rewşa her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê axivgeran ve hate şîrovekirin. Di destpêkê de Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun axivî û diyar kir, li Tirkiyê pêdivî bi hevpeymaniyeke Kurdistanî heye di hilbijartinan de wek xeta sêyem ya tifaqan,  da bi rêya zextan karibin zimanê Kurdî bikin zimanê fermî û mafên Kurdan di nava destûra bingehîn ya Tirkiyê de bi cih bikin. Nûnerê ENKSê jî di axaftia xwe de diyar kir; eger di nava ENKS û PYDê de rêkeftinek biçûna serî Tirkyê nikaribû van êrîşan bike. Sedema êrîşên li Rojava nebûna rêkeftinekê ye ya di nava Kurdan de.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Abdullah Gedo got: “Yek ji destpêşxeriyan, îro em dibêjin eger rêkeftin çêbibe, em ê amade bin ku Peşmergeyên Encûmena Niştimanî Kurdî, Peşmergeyê Roj yê Kurdistana Sûrî jî li ser wî sînorî jî deynin ji bo bibe wek garantiyekê û diLxweşiyekê yanî ji Tirkan re eger rêkeftin çêbibe em ji wê re jî amade ne.”

Nûnerê Partî Demokratî Kurdistan Îran Salih Welîzade jî da zanîn piştî kuştina jina Kurd Jîna Amînî, li Îranê proseya şoreşê destpêkiriye û aliyên ku piştgiriya vê serhildanê dikin doza rûxandina rejima Îslamî ya Îranê dikin.

NûNerê PDK Îran Salih Welîzade dibêje: “Xelkê Kurdistan û Îran û bi taybet Hizbî Demokrat bi terorkirina diktor Qasimlo û Sadiq Şerefkendî re bi çok de nehat. Dabezînî Peşmergê me bo Başûrê Kurdistan bo xatirê hûrmet bû. Ji ber rêzgirtinî ême hatin xwar; me go ew beş e xerîke azad e em nabe mişkûle saz bikin bo wê derê. Em divê hevkarê hev bin. Ligel çend caran e ku hêzên me têne bordûmankirin jî çok nedanîn û danayîn jî bi hîç şêwekê.”

Nivîskar û Lêkolîner Serbest Ferhan Sindî jî li ser rewşa dawîn ya pêywediyên di nava Herêma Kurdistan û Iraqê de rawestiya û da zanîn, Îran sedema metirsiyê ye li herêmê û her dibe sedama alozî, şer û pevçûnan. Ew dibêje; hebûna destûreke xurt û modern ya di destê Herêma Kurdistanê de ligel tapuya referandûmê awantejeke mezin dixe destê Kurdan. Loma ev hêz digel aliyên ku dixwazin aramiya li Kurdistanê têk bibin jî destê herêmê hê xurtir dike.