Nûnerê taybet yê Putin serdana Tirkiyê dike

Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de tê çaverêkirin ku Nûnerê Taybet yê Putin yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev di 8-9ê mehê were Stenbolê ligel rayedarên Tirkiyê hevdîtinan pêk bîne.
Nûnerê Taybet yê Putin yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev
Nûnerê Taybet yê Putin yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev

Stenbol (K24) - Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de tê çaverêkirin ku Nûnerê Taybet yê Putin yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev di 8-9ê mehê were Stenbolê ligel rayedarên Tirkiyê hevdîtinan pêk bîne.

Piştî daxuyaniyên egera pêkhatina operasyoneke bêjayî ya li Rojavayê Kurdistanê û egera pêkhatina hevdîtinekê ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad de rûdaneke sûrprîz pêk hat.

Hat ragihandin ku Nûnerê Sûriyê Taybet yê Putîn Aleksandr Lavrentyev dê di 8-9 meha Berfenbarê de serdana Tirkiyê bike û li bajarê Stenbolê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan b pêk bîne.  

NAVEROKA HEVDÎTINA ŞANDEYÊN TIRKIYE Û RÛSYAYÊ

Li gorî agahiyên hatine parvekirin di rojeva hevdîtina şandeyên Rûsya û Tirkiyê de Sûriye, pêywediyên Tirkiyê, egera pêkhatina operasyoneke bêjayî û dîsa egera pêkhatina hevdîtinekê ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Sûriyê Esad de heye.

Berî niha bi demeke kin Levrentyev ragihandibû ku ew xebatekê birêve dibe ji bo hevdîtinekê jî hewl dide ku organîzasonekê pêk bîne di navabera Erdogan û Esad te. Herwiha gotibû hevdîtineke di nava Erdogan û Esad de ew bawer dikin ku wê rê li ber encamên pozîtîf veke.

ERDOGAN GOTIBÛ "SIYASET NE CIHÊ XEYIDÎNÊ YE"

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Erdogan di serdema hevdîtina xwe ya li gel Serokdewletê Misrê Sîsî de ragihandibû egera wê yekê heye ku ew bi Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad re hevdîtinekê pêk bîne. Erdogan ragihandibû, "di siyasetê de xeyidîn nabe, minkûn e hevdîtinek pêk bê, di dawiya dawiyê de em ê gavên xwe biavêjin".