“Rojnamegerên Kurd li Tirkiyê di bin metisiyê de ne”

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – RSF û CJP derbarê rewşa rojnamegeran de raporteke hevbeş ragihandin. Li gorî raportê di sala 2022an de ji ber hejmara zêde ya girtina rojnamegeran li cîhanê rekorteke nû peyda bûne û Tirkiye jî di rêza çaremîn de cih digire ku lê herî zêde rojnameger hatine girtin. Di raportê de bo rojnamegerên Kurd jî beşek taybet hatiye vekirin û tê gotin rojnamegerên Kurd di bin metirsiyeke mezin de ne û ev girtin û çewsandina li ser rojnamegerên Kurd dide nîşan ku Tirkiye sinyalê dide ku vegere salên borî.

Du rêxsitnên navdewletî, Komîteya Parastina Rojnamegran CPJ û rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ya Navdewletî, derbarê rewşa rojnamegeran de raportek belavkirin. Li gorî raporta Komîteya Parastina Rojnamegeran Tirkiyê di rêza 4emîn de cih digire ku lê herî zêde rojnameger hatine girtin. Li gorî rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ya Navdewletî RSFyê jî rojnamegerên Kurd, di bin metirsiyeke mezin de ne.

Koordînatorê Navenda Azadiya Medya û Çapemeniya Ewropayê (ECPMF) Gurkan Ozturan ji K24ê re got: “Li gorî raportê em dibînin ku Tirkiye di warê binpêkirina mafên rojnamegeran yên hiqûqî de di rêza yekemîn de xuya dike. Ev binpêkirinên mafên hiqûqî jî pirtir tê dîtin ku bê girtin, tundû tûjî, jêpirsîn, girtina bi ser malan de û binçavkirinên li dijî rojnamgeran encam didin. Ev kiryar û rêbazên li derveyî yase û hiqûqê yên li dijî rojamegeran jî em dibînin bi destê desthilata Tirkiyê pêk tên.”

Di raporta Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJyê de hatiye destnişakirin ku di sala 2021an de 18 rojnamegerên girtî hebûne. Ev hejmar di sala 2022an de derketiye 40 kesan û 25 jê jî rojnamegerên Kurd in. Di raportê de rêza welatên ku herî zêde rojnameger lê hatine girtin wek Îran, Çîn, Myanmar, Tirkiye Û Belarûs hatiye destnîşakirin.

Nunerê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Ogret dibêje: “Rewşa rojnamegeran her diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Mixabin otorîteyên Tirkiyê xebatên rojnamegerî û yên terorî ji hev cûda nakin. Bi taybet jî rojnamegerên Kurd hîç carekê jî ji lîsteya girtiyên rojnameger bê par neman. Gelek caran lîsteyên nû hatine çêkirin di serdemên guherîna desthilata siyasî de, lê tu carî lîsteya rojnamegrên Kurd neguherî û ew li gorî rojnamegerên din karê xwe hê zahmettir dikin.”

Di raporta RSFê de jî hatiye destnîşankirin ku bi giştî li cîhanê 553 rojnameger hatine girtin. Di sala 2022an de 57 rojnameger hatine kuştin, 65 wek dîl hatine girtin û 49 endamên medyayê jî wenda ne. Li gorî raporta rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ya Navdewletî RSF yê girtina rojnamegerên Kurd yên li Tirkiyê jî nîşaneya proseyeke nû ya çewisandinê ye ku sînyala vegera salên borî dide.