Li Stenbolê agir bi moleke navdar ket

Li Stenbolê li moleke bazirganiyê ku bi sedan kargeh di navê de hene, di dema ku bi hezaran kesî lê amadekariya xwarinê dikir de agir pêket.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê li moleke bazirganiyê ku bi sedan kargeh di navê de hene, di dema ku bi hezaran kesî lê amadekariya xwarinê dikir de agir pêket. Agirê ku pêketî ji aliyê bi dehan tîmên agirkujiyê ve di nava 2 saetan de hate vemirandin. Herçiqas Qeymeqamê Navçeya Şîşlîyê bêje sedema agir nediyar e jî, xwediyê kargeha ku agir pêketî îddîa dike, kargeha wî hatiye şewitandin.

Li Stenbolê li mola bazirganiyê ya herî navdar Metro City'a ku 24 qatî ye û zêdetirî 21 restoran û bi sedan jî kargeh lê hene agir pêket. Bi dehan tîmên ku bo heremê hatine veguhestin di 2 saetan de agir vemirandın. Ji ber agirê pêketî bi saetan rêyên otomobîlan, deriyên metroyan û hatiçûna deverê hem jêr erdî û hem jî jor erdî hate qedexekirin. Li gorî daxuyaniya Qeymeqamê Şîşliyê di bûyerê hîç kesek birîndar nebûye û canê xwe ji dest nedaye ji bilî welatiyekî ku ji ber dûmana zêde bi jehrî bûye. 

Qeymeqamê Şîşliyê Ahmet Gazî Kaya diyar kir: “Di nava 10 deqîqeyan de, me hemû xebatkar û welatiyên di nava molê de veguhestin. Di bûyerê de ti kesî canê xwe ji dest neda. Tenê welatiyek ji ber dûmanê jehrî bû. Diyar bû ku kargeha şewitî ev 2 meh in asê ye. Piştî raporta agirkujiyê wê sedema şewatê derkeve holê."

Di dema vemirandina agir de xwediyê kargeha şox û şengê ku di nava molê de agir pêketiye bo medyayê axivî û ragihand dikana wî hatiye şewitandin.

Xwediyê kargeha ku şewat lê derketiye Burak Karabac diyar kir: “Ev demeke dirêj e rêveberiya molê zext li min dikir ku ez kargeha xwe bar bikim. Kargeha min cihê şox û şengê ye. Ev 2 meh in jî asê ye. Çawa çêdibe gelo li cihekî asê agirekî ewqasî mezin pêkeve. Ne ku agir bi kargeha min ketiye; kargeh hatiye şewitandin.”

Ji gelek navçeyên Stenbolê agirê ku derket yê li mola Metro City hate ditîn. Piştî agir hate tefandin jî ji aliyê Şeradariya Stenbolê ve hate ragihandin seferên metroyê careke din dest bi xebatê kirine.