Mesrûr Barzanî: Em hemû di bin siya Ala Kurdistanê de ber bi aştiyê gav biavêjin

Em hemû di bin siya Ala Kurdistanê de ber bi aştiyê gav biavêjin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de diyar kir, em hemû di bin siya vê alaya pîroz de ber bi aştiyê gav biavêjin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de derbarê Ala Kurdistanê de ragihand, Pêşmergeyên qehreman bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind û pîroz ragirtine.

Peyama Mesrûr Barzanî ya bi boneya Roja Ala Kurdistanê wiha ye:

Di Roja Ala Kurdistanê de, em vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ye, bilind û pîroz radigrin.

Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin, ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.

Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, ev ala her dem bilind ragirtine.

Em hemû di bin siya vê alaya pîroz de, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê gav biavêjin.

Roja Ala Kurdistanê pîroz be.