Saziyên sivîl ji pirsgirêkên Diyarbekirê re çareseriyan digerin

81 Saziyên sivîl yên Diyarbekirê, Platforma Parastin û Xwedîlêderketina Çand- Dîrok û Nirxên Bajarê Diyarbekirê ragihandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - 81 Saziyên sivîl yên Diyarbekirê, Platforma Parastin  û Xwedîlêderketina Çand- Dîrok û Nirxên Bajarê Diyarbekirê ragihandin. Patform dê ji bo peydabûna rêvebiriyeke hevpar, destnîşankirina pirsgirêkan û çareseriyên pirsigirêkên bajarê Diyarbekirê hewlan bide û xebatan bike.

Saziyên sivîl, jûrên pişeyî û saziyên aboriyê, platforma sivîl a bajarê Diyarbekirê ragihandin. Hat daxuyandin ku niha 81 sazî beşdarî platformê ne û bangewazî hat kirin ku her kesekî ku bixwaze, dikare bi platformê re, di destnîşankirin û çareseriya kêşeyên bajêr de cih bigire.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “2 meh e ku em saziyên sivîl, ji bo vê platfomê civînan dikin. Em ji niha bişûnde, wek ku tê zanîn ev 7-8 sal e ku ev bajar ji aliyê kesên ku tên bijartin ve, nayê birêvebirin. Di ciyê wan de, parêzgar karê wan birêve dibin. Lê kêmasî tune ne, pir kêmasî hene. Me jî xwest ku em platformake sivîl saz bikin û wan pirsgirêkan bînin rojevê û bi aliyên berpirs û fermî re jî bikevin têkiliyê û çareseriyan peyda bikin. Armanca me ev e.”

Pişikdarên platfomê bal kişandin ku ji bo parastin û bipêşxistina nirxên bajarekî, pêwistî bi çanda îştîşareyê heye, yanî divê  dan û standinên saziyên fermî, rêvebirên herêmî û saziyên sivîl hebin û ewê jî hewil bidin da ku ew çand jî peyda bibe.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Bajarekî yan jî Diyarbekir, bi yek aqilekî nabe ku bê birêvebirin. Divê hemû aliyên bajêr, bi cudarengiyên xwe, berhev werin û ji bo berjewendiyên gel û bajêr pêkve tevbigerin. Heger ku ev îştîşare nebe, bajêr xelet tên birêvebirin û hemû çavkanî jî ji bo xeletiyan tên xerckirin. Loma jî em dixwazin, hemû rengên cuda yên sivîl berhev werin û bi aramnca ku rêvebiriyeke hevbeş, xwedîlêderketineke hevpar a çand û dîrokî peyda bibe da ku aboriya bajêr jî bi pêş bikeve.”

Saziyên sivîl bal kişandin, çawa ku ji her aliyê civakî sazî berhev hatine û Platforma Saziyên Sivîl pêk anîne, partî û siyasetmedar jî, dikarin bi çanda îştîşareyê û bi nûnerên civakê re,  ji bo pirsgirêkên civakê  çareseriyan peyda bikin.