Demirtaş bo partiyên opozîsyonê: Parvekirina kursiyan windakirina derfeteke dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bang li opozîsyona Tirkiyê dike, ew di pêvajoyeka krîtîk de ne û nabe bi parvekirina kursiyan nêzikê vê pêvajoyê bibin.

Demîrtaş derbarê gotûbêjên diyarkirina berbijêrê opozîyona Tirkiyê ya ji bo postê Serokomariyê de ragihand, eger ew bi parvekirina kursiyan nêzikê vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyê bibin, ew ê fersendeke dîrokî ji dest bidin. Dem ne dema dijayetîkirina hevûdu ye û divê ew li ser prensîpên hevbeş werin cem hev.

Demirtaş dibêje: “Em ji bo wergirtina kursiya ku ji aliyê stratejîk ve xwedî desthilatên herî zêde ya cîhanê ye, diçin hilbijartinan. Divê armanca me hemûyan, radestkirina vê meqamê bo xwediyê wî yê rasteqîn, yanî bo gel be. Meşandina nîqaşan di ser navan re, tê wateya derketina ji armanca ku min behsa wê kir.”

Her wiha got: “Komara Tirkiyê ya me hemûyan e, lewma erkê me hemûyan e ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û ji bo berjewendiyên gel fedakariyê bikin.”

Demîrtaş vê bangê di demekê de dike, maseya şeş alî digel nêzikbûna hilbijartinê, hîn jî berbijêrê xwe diyar nekiriye.

6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ku bi “maseya şeşalî” tê naskirin û HSD ne di nava wê de ye, hewl didin di hilbijartinên bê de desthilata 20 salan a AK Partiyê bi dawî bînin.