Endezyar û avahîsaz daxwaza parastina mîrateyên dîrokî kirin

Diyarbekir (K24) – Jûrên ser bi Yekîtîya Jûrên Endezyar û Avahîsazên Tirkiyê ( TMMOBê) ve, li Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihandin ku şanda UNESCOyê ku di navbera 28’ê Mijdarê û 2’ê Berfembarê de serdana bajêr kiribû û li ser Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyê Hevselê ku ji 2015 ve di lîsteya mîrateyên mirovahiyê ya UNESCOyê de ye lêkolîn û hevdîtinan kiribûn de, heta roja dawî, rayedarên saziyên fermî yên dewletê nehiştine ku bi saziyên sivîl û pispor yên bajêr re hevdîtin bên kirin.

Hat diyar kirin ku roja dawî, TMMOBê raporeke berfireh li ser nûjenkirinên ku hatine kirin û destwerdanên ku li bermayiyan hatine kirin, ji bo şandê pêşkêş kirine.

Hevserokê Jûra Endezyarên Avahîsazî yê Diyarbekirê Ferît Kahraman daxuyand ku şûnwarên dîrokî û mîrasên mirovahiyê ji bo rantê hatine pêşkêş kirin û ji bo ku ev rastî jii bo şanda UNESCOyê neyê gotin jî, helwesteke ku ji jûrên endezyarî û saziyên muxalîf yên bajêr dûrhiştina şandê hatiye dayîn.

Karahan, bang û daxwaz kir ku di hemû nûjenkirin û parastina bermayiyên dîrokî de, saziyên pispor û sivîl bên daxilkirin da ku herifandin û têkbirinên ku ji bo rantê pêk tên bên rawestandin.