DBP: Nahêlin Kurd siyaseta demokratîk bimeşînin

Li 9 bajarên Bakur û Tirkiyeyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de 14 kes ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li 9 bajarên Bakur û Tirkiyeyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de 14 kes ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin. Siyasetmedarên DBP û HDP’ê bertek nîşanî desteserkirinan dan û gotin ku; ev 100 sal in dijminatiya gelê kurd tê kirin û nahêlin ku gelê kurd siyaseta demokratîk bikin.

Ji aliyê serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve di çarçoveya lêpirsînekê de li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Rih û Dîlok û Enqere jî di nav de li 9 bajarên Bakur û Tirkiyeyê ji bo 15 rêveber û endamên DBPê biryara destgîrkirina hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û gelek hevserokên bajar û navçeyan jî di nav de 14 kes ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin desteserkirin. Hêzên asayîşê nêzîkî 6 demjimêran li avahiya navenda giştî lêgerîn kir û dest danî hin belgename û kompuretan. Hevseroka Giştî ya BDPê Salîha Aydenîz got; desthilatdariya ku bi operasyonên serbazî ti encam bi dest ve neanî, dest bi operasyonên siyasî kir.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz diyar kir: “Heta niha bi dehan partiyên me hatin girtin, bi sedan hevalên me hatin zindanîkirin lê belê me her tim di siyaseta demokratîk de israr kiriye. Em dizanin ku ev desthilatdar dixwaze bi tecrîd û şer bikeve hilbijartinê, lê dizanin dê winda bikin. Têkoşîna me her roj mezintir dibe.  Naxwazin pirsgirêka Kurd bir ê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin lê em ê israr bikin.”

Kesên ku hatin desteserkirin ji bo lêpirsînê birîn Şaxa Dijeterorê ya Ewlekariya Diyarbekirê. Ji bo ku piştgiriya DBP’ê bikin gelek parlementerên HDPê û rêveber û endamên partiyên Kurdistanî hatin ber derê DBPê. Siyasetmedarên HDPê gotin ku; dozgerê Diyarbekirê hiqûq binpê kiriye û bi biryarên derhiqûqî derbarê siyasetmedarên DBPê hatine dayîn.

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji K24ê re diyar kir: “Bi awayekî dixwazin di vê pêvajoyê de partiyan krîmînalîze bikin, êrişî ser partiyê dikin. Wekî ku tê zanîn di 2016-2017an de li hemberî HDPê wisa kirin. Gelek parlementerên HDPê girtibûn, niha jî dixwazin êrişî DBPê bikin. Ev êrîşeke li ser miletê kurd e, li ser gelê kurd e. Têkoşîna gelê kurd roj bi roj zêdetir dibe, ev tehemmûla vê nakin.”

Li gorî ragihandina siyasetmedarên HDP û DBPê, desthilatdar dixwaze ku di pêvajoya hilbijartinên 2023an de bi riya dadgehan xebatên partiyên wan asteng bikin. Siyasetmedarên DBP û HDP’ê van operasyonan wekî derbeyên siyasî bi nav dikin û dibêjin; wê desthilatdar ti encamekê bi dest ve neyne.

Hevserokê berê yê HDP’ê yê zindanîkirî Selahedîn Demîrtaş jî bi riya Twitterê bertek nîşanî destgîrkirina siyasetmedarên DBPê da û bo AK Partiyê got; dê encamên siyasî yên vê yekê hebin.