Li 16 bajêrên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyê, di 5 rojên bê de berf li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dibare û welatiyan agahdar dike ku bi hişyarî tevbigerin.

Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyê pêşbînîyên xwe yên 5 rojên ku bên diyar kiriye û tê de, ji bajarên wek Diyarbekir, Colemêrg, Wan, Xarpût, Çewlik, Mûş, Betlîs, Elih, Sêrt, Dêrsîm, Erzingan, Siwaz, Agirî, Îdir, Erdexan û Şirnexê hişyarî hatiye kirin ku dê berf bibare û welatî jî bi wê zanînê tevbigerin.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ku dê bi destpêkirina barîna pêla berfê re, sar û serma jî dê zêde bibin û divê welatî agahdar tevbigerin.