ENKS daxwaz ji Tirkiye dike rewşa kuştina parêzer Luqman Henan aşkere bike

Parêzer Luqman Hemîd Henan
Parêzer Luqman Hemîd Henan

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kuştina parêzerê Kurd ê Efrînî Luqman Hemîd Henan di bin eşkenceya çekdaran de bi tundî şermezar dike û bang li aliyê Tirkiyê rewşa vê tawanê aşkere bike û lêpirsînê bi berpirsên wê re bike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Dezgeheke ewlekariyê ya Tirkiyê roja 20/12/2022an de, li ser tometên ji aliyê grûpa Sultan Murad ve hatine avêtin, parêzer Luqman Hemîd Henan (45 salî) li ber deriyê mala wî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revand. Piştî du rojan ji girtinê jî, malbata wî ji mirina wî hatin agahdarkirin û termê wî ji nexweşxaneya leşkerî hat radestkirin ku li ser laşê wî şopên eşkenceya hovane hatin dîtin, ev jî piştrast dike ku ew di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest daye.”

ENKS bi tundî vê tawana hovane şermezar dike û bang li aliyê Tirkiyê dike ku kar ji bo eşkerekirina rewşên vê tawanê bike û lêpirsînê bi berpirsên wê re bike.

Her wiha ENKS bang li aliyê Tirkî dike ku dawî li van tawanên ku ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, wek standina fidyê ji xelkê, tirsandina wan, destdanîna ser mal û milkên wan û koçberkirina wan tên kirin, bîne.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir jî ku bi rola xwe ji bo rawestandina van tawanên ku bi berdewamî li dijî welatiyên herêma Efrînê tên kirin, rabin.

Parêzer Luqman Hemîd Henan 45 salî ye, ji gundê Hec Qasima yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê rûniûtibû. Parêzer Luqman roja 20/12/2022an ji hatibû revandin û roja 22/12/2022an malbata wî hat agahdarkirin, ta ku termê wî ji nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê werbigirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve û li gorî çalakvanên Efrînê, heta niha zêdetir 50 welatiyên Kurd di bin eşkenceya hovane ya çekdaran de hatine kuştin.