Li dêrên Diyarbekirê Rojbûna Hz Îsa bi ayîn û çalakiyan hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojbûna Hz Îsa li Dêra Meryem Ana (Dayîka Meryem) û li Dêra Diyarbekirê hat pîroz kirin. Di merasîman de, ayîn hatin kirin, Îlahî hatin xwendin û bi şanoyan ji Jiyana Hz Îsa peyam hatin dayîn.

Di 25’ê Berfembarê de, li Dêrên Diyarbakirê Kiristyanan merasîmên Rojbûna Hz. Îsa birêve bir. Weka ku Kirîstyanên li Cîhanê di vê rojê de pîrozbahî dikin, li Dêra Diyarbekirê ku wek Dêra Protestanan jî tê zanîn û li Dêra Meryem Ana ya Suryanan pîrozbahiyên rojbûna Hz Îsa hatin kirin.

Qeşê Dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener ji K24ê re got: “Ev roj ji bo me roja mizgîniya aşitî, tenduristî û jinûve vejînê ye. Em her sal li benda vê rojê ne ku rojbûna Îsa Mesîh e û em vê rojê jî pîrozbahiya xwe dikin. Îro jî emê bi ayîn, îlahî û şanoyê cejna xwe pîroz bikin. Em hêvî dikin ku vê roja me ya pîroz bibê destpêka xweşî, aramî û di nav aşitiyê de pêvjina hemû kesên li ser vê erdnîgariya xweş û bêhempa.”

Di merasîmên pîrozbahiyê de, li gel pêşengên Olî yên Kirîstyanan û welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn jî, peyamên pîrozkirina Rojbûna Hz Îsa û nemayîna cudagirtinên civakî dan.

Welatiyên Kirîstyan Emîn got: “Îro rojbûna 3İsa Mesîh e, îro cejna me ye. Îro em pir kêşxweş in. Em cemaeta li vê derê yên li Amedê, em hatine kombûne û emê cejna xwe pîro bikin.”

Welatiyên Kirîstyan Sara dibêje: “Kêfa me tê, em kêfxweş dibin. Îro cejna me ye. Em dixwazin ku her tişt xweş bibe. Kes nekeve zor û zehmetiyan û tu kes ji ber baweriyên xwe bi cudagirtinan re rûbirû nemîne. Bila herkes li hevdû rêz bigire, daxwazên min ev in.”

Kirîstyanên li Diyarebkirê jî rojbûna Hz. Îsa wek cehnekî bi şanazî pêşwazî kirin û pîroz kirin. Li dêra Dayîka Meryem jî piştî ku saetekî ayîn hat kirin, niha jî tebarîkên ve cejnê hatin belav kirin.