Li gund û navçeyên Dêrsîmê pîrozbahiyên Gaxanê tên kirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçe û gundê Dêrsîmê çalakiyên Gaxan, anku verêkirina sala borî û pêşwazîkirina sala nû, bi beşdariya gundî û welatiyan hat lidar xistin. Ew çalakî û pîrozbahî bi rîtuelên di baweriya Elewîyan de, bi kêf û şahî û duayan birêve çûn.

Li gundên ser bi Xozat û Pîlûr a navçeyên Dêrsîmê çalakiyên sala nû ku Elewî û Dêrsîmî wek Gaxan pênase dikin, bi def û zirne û beşdariya gundî û welatiyan wek cejnekî hat pîroz kirin.

Di vê derbarê de welatiya bi navê Rûka dibêje: “Heq kederê nede ciwanên me, Cenabê Xweda tu êş û keder nede gencên me. Hûn hemû bi xêr hatin, hêvîdar im her tim nanê we hebe û hûn Gaxanan bibinin û bila bî xêr be.”

Li gund û navçeyan, malbatên ku her sal pîrozbahiya Gaxanê dikin, îsal jî amadekarî hatine kirin û her kes bi xwarinên ku amade kirine û bi cil û bergên xwe hemahengî bi çalakiyan re dikin.

Hunermend û Berhevkarê Rîtûelên Çanda Dêrsîmê Kemal Kahraman dibêje: “Di çand û baweriya Elewiyan de; Sultanê her destpêkekî heye. Yanî li gor wê baweriyê jî, kesê ku kal e û kûm li serî ye, nûnertiya sala borî dike. Ew kesê ku xwe kiriye wek jinikekê nûnertiya cîhanê dike. Xortê ku rûyê xwe reş kiriye jî destnîşana hatina Sultanekî nû ye û nûnertiya sala nû dike.”

Lêkolînerên çanda Elewiyan radigihînin ku Pîrozbahiyên Gaxanê ku di nav Elewiyan de wek verêkirina sala borî û pêşwazîkirina sala nû ye, ji devera Xozata ser bi Dêrsîmê ve destpê dike û heta Erzîngan û Siwazê li ser xetekî bi rêzê tê pîroz kirin.