Berdevka YEyê bo K24ê: Alîkariyên me ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê didomin

Derbarê serîhildana DAIŞê de, Berdevka Yekîtiya Ewropayê dilniyayiyê dide Iraq û Herêma Kurdistanê, ku di alîkariyên xwe de berdewam dibin.

Hewlêr (K24) – Derbarê serîhildana DAIŞê de, Berdevka Yekîtiya Ewropayê dilniyayiyê dide Iraq û Herêma Kurdistanê, ku di alîkariyên xwe de berdewam dibin.

Îro Sêşemê 3ê Çileya 2023an, yekem roja vekirina deriyê saziyên Yekîtiya Ewropayê bû li Brûkselê, di yekem konferansa rojnamevanî ya sala nû de, Berdevka Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derveyî Ewropayê Nabila Massrali bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen da û ragihand, ew berdewan in di endambûna Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de û herwiha alîkariya madî û manewî ji bo têkbirina DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê didomînin.

Berdevka Yekîtiya Ewropayê Nabila Massrali eşkere kir, Yekîtiya Ewropayê bi qasî 100 milyon Euro terxan kiriye ji bo dubare avakirina wan cihên ku ji destê DAIŞê hatin azadkirin.

Ji bo avakirinê, karên mirovî, aware, perwerde û rûbirûbûna DAIŞê, ji sala 2014an heta niha, zêdetirî milyarek Euro, alîkariya Iraqê hatiye kirin.

Beriya niha Yekîtiya Ewropayê ragihandibû, ji bo sala 2023an, bi qasî 4 milyon Euro dê alîkariya Iraqê bike, ev pere jî, bêhtir ji bo dabînkirina pêwîstiyên sereke yên ji bo çîna hejar, kêmdahat û awareyan.