Mehdî Zana bersiva îdiayên 'koça dawî' da: Tendirustiya min baş e

Serokê berê yê Şaredariya Diyarbekirê Mehdî Zana bi rêya Kurdistan24ê îdiayên derbarê mirina xwe de red kir û ragihand, tendirustiya wî baş e.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Serokê berê yê Şaredariya Diyarbekirê Mehdî Zana bi rêya Kurdistan24ê îdiayên derbarê mirina xwe de red kir û ragihand, tendirustiya wî baş e.

Îro 4ê Çileya 2023an, danê sibê li ser medyaya civakî hat îdiakirin ku Serokê berê yê Şaredariya Diyarbekirê Mehdî Zana koça dawî kiriye, piştî demekê ji aliyê çend çavkaniyan ve ev îdia hat redkirin.

Mehdî Zana li Stockholma paytexta Swêdê li ser sedema belavbûna îdiaya koça dawiyê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Meriv nizane, dibêjin miriye  ku ez jî nemirime. Serê sibê di 04:30 de şiyar bûme, xelk li min digerin, eviya kî derxistiye ez nizanim.”

Zana li ser rewşa tendirustiya xwe diyar kir: “Niha ez baş im. 82 salî me, ez dibêjim çi dikî bike kesî aciz neke.” Herwiha ragihand ku rojên xwe bi xwendina pirtûkan derbas dike. 

Li ser daxwaza xwe ya vegera bo Kurdistanê jî ragihand: “Ez ê herim Kurdistanê, ez ê herim li wir bimirim, lê ji ber rewşa jiyanê hatime Swêdê.”