Demîrtaş: Eger di namzetê hevbeş de bi HDPê re lihevkirin çênebe ne baş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahedîn Demîrtaş radigihîne, eger opozîsyona Tirkiyê li ser namzedê hevbeş bo Serokomariya Tirkiyê bi HDPê re li hev neke, encama wê dê ne baş be.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahadîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, derbarê xebatên hilbijartinê de agahî dan.

Demîrtaş ji Medyascope re axivî û got, “Berî her tiştî divê em diyar bikin ku em di pêvajoyeke hilbijartinê ya ne asayî de dijîn. Raste di dîroka Tirkiyê de ti hilbijartin di nava hawîrdoreke tam demokratîk û wekhev de derbas nebûye, lê belê pêvajoyeke wisa awarte wekî vê dema hilbijartinê jî çênebûye.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser namzedê hevbeş hişyariyê dide opozîsyona Tirkiyê û dixwaze li ser vê mijarê pirs bi HDPê were kirin, eger na, encama vê yekê dê ne baş be û divê herkes bizane ku ji vê nebaşiyê jî HDP berpirsiyar nayê girtin.

"EZ HEWLDAN û DIRUSTIYA BABACAN HÊJA DIBÎNIM"

Demîrtaş bal kişande ser wê yekê, eger maseya şeşalî bi HDPê re li ser namzedê hevbeş danûstandineke zelal û eşkere bike, dê gelek pirsgirêk çareser bibin.

Demîrtaş der barê daxuyaniyên dawî yên Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) Alî Babacan a der barê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên bingehîn de got:

Min gotinên birêz Babacan şopandin, divê bibêjim ku ew wek derketinên girîng û wêrek dihesibînin. Ne hewce ye ku em di her mijarê de tam wek hev bifikirin, ez bawer im rexneyên me yên hevdu hene, lê ez bi xwe ked, durustî û dilpakiya birêz Babacan hêja dibînim. Daxwaz û hewldanên wî û partiya wî yên ji bo zêdetir şêwirîn û diyaloga bi HDPê re jî pir bi nirx û avaker in. Ez di wê baweriyê de me ku ev hewldan wê bê encam nemînin û tekez di çareseriya pirsgirêkên civakî de bibin pêşeng.”

Ev daxuyaniya Demîrtaş di demekê de ye, maseya şeşalî îro dicive û li gor agahiyan mijara sereke ya civînê jî, namzedê hevbeş e.