Li Îranê 2 xwepêşanderên din jî hatin darvekirin

Li bajarê Kerec yê Îranê bi tometa kuştina kesekî endamê Besîc, ji aliyê dadgehê ve derbarê du kesan de biryara darvekirinê hatibû dayîn û vê sibê, biryar li ser wan hat cîbicîkirin.
Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî
Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerec yê Îranê bi tometa kuştina kesekî endamê Besîc, ji aliyê dadgehê ve derbarê du kesan de biryara darvekirinê hatibû dayîn û vê sibê, biryar li ser wan hat cîbicîkirin.

Îro Şemiyê 7ê Çileya 2023an, du xwepêşanderên bi navên Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî bi tometa kuştina Ruhullah Ecemyan hatin darvekirin.

Desthilata dadweriyê ya Îranê ragihandiye: “Her du tawanbar di xwepêşandanên bajarê Kerecê de, Ruhullah Ecemyan tenê ji ber ku cilûbergên Besîcî li ser wî bûn, kuştin.” Herwiha 16 kesên pêwendiya wan bi vê dosyeyê heye, desteserkirî ne.

Besîc yek ji wan hêzan e ku wek rêxistinên mafên mirovan ên Îranê eşkere kirine, di tepeserkirina xwepêşandanan de beşdar bûye.

Nêzîkî çar meh in, xwepêşandan li bajar û bajarojên Îranê berdewam in, ku wan xwepêşandanan piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê Tehranê ve, dest pê kirine.

Piraniya xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine tepeserkirin û li gor amarên ku rêxistinên mafên mirovan belav kirine, heta niha nêzîkî 550 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine desteserkirin. Herwiha hatiye eşkerekirin, 100 kesên desteserkirî metirsiya darvekirinê li ser wan heye.