Nasnameya 5 qurbaniyên qezaya li Diyarbekirê diyar bû

Li ser rêya Diyarbekir û Farqînê di kîlometreya 70emîn de di 7ê Berfanbara 2023an demjimêr derdora 03.00an de di encama bûyereke trafîkê de otobuseke rêwiyan wergeriya.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Nasnameya qurbaniyên bûyera trafîkê ya îro ya li navçeya Farqîn a Diyarbekirê diyar bû.

Li ser rêya Diyarbekir û Farqînê di kîlometreya 70emîn de di 7ê Berfanbara 2023an demjimêr derdora 03.00an de di encama bûyereke trafîkê de otobuseke rêwiyan wergeriya.

Di bûyerê de yek jê pêçek 5 kesan canê xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan rewşa 5 birîndaran giran e.

Nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane ev in, Zahîde Ceyhan a 41 salî, Dîlber Çetînkaya ya 28 salî, Seher Meygîl a 48 salî, Asel Meygîl a 6 mehî û Weysel Bunul ê 25 salî.

Kesên ku canê xwe ji dest dane hemû ji navçeya Farqînê ne, piştî rêkarên li tiba dadî dê bi xakê bêne spartin.