Xelata Zara Mihemedî ya ji bo Zimanê Kurdî bo Navenda Vejîn hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Kurdşopê yekemîn Xelata Zara Mihemedî a bo Zimanê Kurdî di merasîmekê de li Hewlêrê pêşkêşî Navenda Vejîn a li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Duhî 10ê Çileya 2023an, di salvegera yekem a girtina mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê de, dezgeha Kurdşopê ya kar li ser pêşxistina ziman, kultur û dîroka Kurdî dike, li Hewlêrê di merasîmekê yekemîn xelata Zara Mihemedî pêşkêşî Navenda Kulturî û Hunerî ya Vejînê kir.

Kurdshop xelateke rêzgirtinê jî pêşkêşî malbata Zara Mihemedî kir û birayê Zara Haybat Mihemedî li ser navê malbata xwe ew xelat wergirt.

Haybat Mihemedî dilxweşiya xwe bi vê rêzgirtinê nîşan da û kurteyek li qonaxên jiyana Zara vegot û behsa jiyan û xebata wê kir ku zêdetir ji deh salan ji jiyana xwe bo xizmeta zimanê Kurdî terxan kiriye.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ya Rojhilatê Kurdistanê ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, di 10ê Çileya 2022an bi tometa “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya netewî” 5 sal cezayê girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadweriya Sinê ve lê hatiye birîn.

Di merasîmê de Serokê Kurdshopê Walat Qadirî gotarek pêşkêşî kir û bal kişand ser kar û çalakiyên Kurdshopê ji bo zêdetir pêşxistina zimanê Kurdî, hevakriya çalakiyên zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê kir. Her li ser rewşa Zara Mihemedî ya di girtîgehê de axivî û xelata salane ya zimanê Kurdî pêşkêşî Navenda Kulturî û Hunerî ya Vejînê kir.

Navenda Kulturî û Hunerî ya Vejînê, navendeke taybet bi kultur û hunera Kurdî ye, di sala 2004an ve hatiye damezirandin û navenda wê ya sereke li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.