Hevpeymaniya Navdewletî: Em hevkarî û hevahengiya ligel Pêşmerge didomînin

Cîgirên Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiyan û hevahengî û hevkariyên navbera herdu aliyan gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Cîgirên Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiyan û hevahengî û hevkariyên navbera herdu aliyan gotûbêj kirin.

Îro Sêşemê 10ê Çileya 2023an, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Cîgirên Serokerkanê Wezareta Pêşmerge, ligel hejmarek ji rayedarên hêzên Hevpeymanan,ku ji Cîgirê Serokê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji efserên rahênena hevpeymaniyê pêk hatibû, civiyan.”

Di civînê de ku nûnerên fermandariya hêzên 70 û 80 û herdu fermandarên firqeyan amade bûn, li ser karûbarên Wezareta Pêşmerge û çawaniya birêveçûna prosya rahênan û perwedeya karmend û efserên firqeyan, gotûbêj hat kirin.

Hat destnîşankirin ku di civînê de li ser hevahengiya navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye axaftin.

Herwiha behsa pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo encamdana çaksazî û çareserkirina kêmasiyan hatiye kirin, li ser vê mijarê şanda Hevpeymanan tekez kiriye ku ew hevkarî û hevahengiya ligel Pêşmerge didomînin û hêviya xwe aniye ziman ku proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge bileztir birêve biçe.