Cotyar Adil: YNK li pêşiya proseya çaksaziyê asteng e

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nizane dahata Silêmaniyê çiqas e û rê nayê dayîn ku hikûmet çavdêriya dahata van deveran bike. Got jî: YNK li pêşiya proseya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê asteng e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di bernameya “Basî Roj” a K24ê de li ser peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de got: Peyameke rastgo ye, me hewlên xwe ji bo diyalogê berdewam kirin, îro ti wezîrekî YNKê ji bo diyalogê di civîna Encûmena Wezîran de amade nebû. Diviyabû YNK di hemû mijaran de bi hikûmetê re hevkarî bikira, lê piştî terorkirina Hawkar Caf ev mijar bi aliyekî din ve hat birin û diviyabû hevalên YNK’ê weke mijareke yasayî lê binêrin.”

Got jî: “Em weke hikûmet, deriyên me ji YNK'ê re negirtiye. Me daxwaza çaksazî, wekhevî û yekxistina hêzên Pêşmerge kiriye. Dema li Hewlêrê karekî terorîstî tê kirin, ev yek ji bo Kurdistanê metirsî ye. Daxwaza nenavendîbûnê kirine û ji wan re hatiye dayîn, ji bo berjewendiya gelê Kurd ji heqê wan zêdetir post hatine dayîn. Divê gel bizane, ji bo yekxistina mala Kurdî, her lihevkirinek bi YNK’ê re hatiye kirin.”

Her wiha got: “Mijara terorkirina Hawkar Caf ji bo YNKê diyarker bû. Me YNK tohmetbar nekiriye, lê çend kes têne tohmetbarkirin, gilî li ser hene û divê werin dadgehkirin. Ev pirseke yasayî ye. Her rê li ber YNKê vekirî ye. YNK ji rewşa Silêmaniyê berpirsyar e.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Cotyar Adil got: “YNK li hember proseya çaksaziyê û radestkirina tohmetbaran bo yasayê, asteng e. Me komîteyeke ji Wezareta Navxwe û Pêşmerge bo çavdêriya deriyên sînorî pêk anî, lê digotin dê şerê navxweyî çêbibe. Em nizanin ka dahata Silêmanî çiqas e, em nizanin çiqas ji deriyan tê komkirin.”

Got jî: “Divê desthilata hikûmet li ser hemû herêman hebe, lê mixabin li Silêmaniyê rê li ber karê hikûmetê tê girtin. Me daxwaz kiriye ku hêzeke hikûmetê hebe ta ku çavdêriya sînoran bike, lê rêgirî li karê hikûmet tê kirin.”

Aşkere kir jî: “Terorkirina Hawkar Caf divê bi yasayê were çareserkirin û hikûmet ne alîgir be, lê YNK dixwaze hikûmetê bike beşek ji wê pirsgirêkê, lê ev pirseke yasayî ye û divê li gorî yasayê were çareserkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, Ti proje ji aliyê hikûmetê ve nehatin redkirin. Di vê kabîneyê de herî zêde proje ji bo Silêmaniyê hatine kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta hemû bajaran e, nehiştina qaçaxçîtiyê, parastina ewlehiyê û rakirina astengiyan erkê hikûmetê ye. Lewma rewşa Silêmaniyê nayê qebûlkirin. Divê hikûmet karê xwe bike û pêşî lê neyê girtin. Armanca me ronîkirina rastiyan ji gelê Kurd re ye, armanca me peydakirina aramiyê ji gelê Kurdistanê re ye û em nabin beşek ji nakokiyan, em ê erka xwe pêk bînin û divê em li hember hevdu rastgo bin.”