Serokê DTSOyê: Em piştgiriya mafên zimanê Kurdî dikin

Rêveberên Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) bi rojnavenan re civiyan û di civînê de, hat ragihandin ku ew girîngiyê didin hemû pêkhateyên bajarê Diyarbekirê.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Rêveberên Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO)  bi rojnavenan re civiyan û di civînê de, hat ragihandin ku ew girîngiyê didin hemû pêkhateyên bajarê Diyarbekirê û divê li gor pir rengî û pir dengî plansazî ya kar xebatên li bajêr bên kirin.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, li gel ku pêşketinên aborî yên li Diyarbekirê û herêmê nirxand, bal kişand li ser waneyên zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî.

Mehmet Kaya ragihand ku DTSO beşdariya jinan a di karsazî û karkirinê de girîng dibîne û wek sazî jî polîtîkayên wisa diyar dikin.

Kaya herwiha bal kişand ku li Diyarbekirê veberhênana pişesaziyê zêde dibin û ev jî derfetên peydakirina karînê jî zêde dike, lê pêwendiyên Tirkiyê yên bi Herêma Kurdistanê re jî, derfeta ku hinarde û danûstandinê zêdetir bibin jî, asteng dike.

Serokê DTSOyê bi bîr xist ku DTSO piştgiriya mafên zimanê Kurdî dike û sala borî nêzîkî 130 tablet ji bo kesên ku waneyên Kurdî hilbijartine daye.

Herwiha ragihand ku ewê îsal dîsa ji bo xwendekarên Kurdî, 2 qat zêdetir tabletan wek diyarî bidin û bangewazî li karsaz û saziyên din jî kir ku piştgiriyê bidin da ku bikarin ji her kesekî ku dersên Kurdî hilbijêre, diyarî bê dayîn.

Mehmet Kaya di axafitna xwe de rola medyakarên ku li Diyarbekirê kar dikin jî, di pêşketina bajêr de girîng nirxand û destxweşî li kedkarên çapemeniyê kir.