Parêzgarê Duhokê daxwaza lêkolînên hûr ji desthilatdarên Tirkiyê dike

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Tatar li ser êrişa hejmarek welatiyên Duhokê li parêzgeha Merdînê daxuyaniyek da, Êrîşa çekdarî şermezar kir û xwast derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ji K24ê re ragihand, “Mixabin şeva borî li bajarê Nsebînê yê Tirkiyê di bûyereke trajîk de êrîş li 5 welatiyên parêzgeha Duhokê hate kirin ku 4 ji wan bûn qurbanî û welatiyek jî birîndar bû. Em vê bûyerê şermezar dikin û ji her du malbatan re sersaxiyê dixwazin.”

Alî Teter diyar kir jî, ew ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser xetê ne û daxwaz ji aliyê Tirkiyê kirine ku lêkolînê hûr li ser bûyerê bikin û tawanbarê vê êrîşê diyar bibin û bên darizandin.

Şeva borî hejmarek welatiyên Duhokê ku dixwestin ji bo çareseriya bijîşkî bi otomobîla xwe biçin Diyarbekirê, li nêzîkî Nisêbîna Mêrdînê rastî êrişa çekdarî hat.

Dr. Faris ku endamekî wê malbata Duhokî ye ji K24ê re ragihand, 5 endamên malbata wan dixwastin ji bo çareseriya bijîşkî biçin Diyarbekirê, lê li ser rê li nêzîkî Nisebînê rastî êrişeke çekdarî hatin.