DIERG: Divê Kurdîhez helwesta “Kurdîya min nebe, dengê min jî nîn e” bidin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Destpêşxeriya Şopandin û Reformê ya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê (DIERG), balê dikşîne ku partiyên desthilat û opozisyona Tirkiyê, di pirsa ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bê kirin, yekhelwest bin jî, gavên pêwîst nayên avêtin û pêşniyar dike ku Kurdîhez û dostên Kurdîhezan, bila helwesta ku: “heger Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, dengê me jî ne ji bo we ye” bidin destpêkirin.

Di rapora DÎERGê de dîsa bal tê kişandin ku li gel partiyên desthilatdar û opozisyona Tirkiyê, bi zimanê zikmakî bicîhkirina perwerdehiyê pêwist dibînin jî, helwesteke ku îradeyekê bo bicîhkirina van mafan bicîh bikin, ne li parlamentoyê û ne jî di pratîkê de nayê avêtin. Lê divê bê zanîn ku zaravayê Krmanckî (Zazakî) û Kurmancî ber bi rewşeke nebaş ve diçin û divê Kurdîhez û dostên Kurdîhezan heta hilbijartinan bi hişyarî û biryar helwest nîşan bidin û daxwaza ku Kurdî jî li gel Tirkî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî.

DÎERG bibîr dixe ku bi zimanê zikmakî perwerdehî, mafekî rewa û serekî ye, loma jî gavên ku ji bo Kurdî bên avêtin, dikarin ji bo zimanên din jî bên avêtin û dikare biryar bê girtin ku bi zimanê zikamakî perwerdehî, ji bo parastina pir rengî û dewlemendiya çandî, li Tirkiyê bibe mîsogerî.