Tometbarên êrîşa Mêrdînê li xwe mikur hatin

Tometbarên êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê, li Dadgeha Mêrdînê hatin dadgehîkirin, dadgehê derbarê 4 kesan de biryara zindanîkirinê da.

Mêrdîn (K24) – Tometbarên êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê, li Dadgeha Mêrdînê hatin dadgehîkirin, dadgehê derbarê 4 kesan de biryara zindanîkirinê da û yek ji tometbaran bi mercê kontrola dadî serbest hat berdan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Kako li Mêrdînê ragihand, ji 5 kesên bi tometa hebûna pêwendiya wan bi êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê desteserkirî bûn, derbarê 4 tometbarên bi navên F.A, A.K, Ç.B û M.Y de biryara zindanîkirinê hat dayîn.

Peyamnêrê me eşkere kir ku her çar tometbar li tawana xwe mikur hatine ku ji bo pereyan ev tawan encam dane.

Herwiha ragihand ku tometbarê bi navê M.Ş bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênc welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya hejmarek kes hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. Îro jî 5 tohmetbarên ku di nava wan jinek jî heye, bo Dadgeha Mêrdînê hatibûn veguhestin.