Li Agiriyê wesayîta leşkerî qeza kir: 2 mirî

Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya, di encama bûyerê de 2 leşker mirin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya, di encama bûyerê de 2 leşker mirin.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirkiyê gereke kontrolê pêk dianî, wesayît ji ber berf û qeşayê ji rê derket û wergeriya û 2 leşker bi giranî birîndar bûn.

Di qezayê de leşkerên bi navê Muammer Ay û Alî Aslan ên ku bi giranî birîndar bûbûn, bo Nexweşxanya Dewletê ya Bazîdê hatin veguhestin û herdu leşker li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarî ya Bazîdê di derbarê bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.