Serok Barzanî tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Serok Barzanî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15.1.2023an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û hewlên çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ya derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan hate kirin.

Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê mijareke din a hevdîtinê bû û derbarê babeta hilbijartinê de Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku hilbijartin, binema û prensîpeke neguherbar e ji bo şer’iyet û desthilatdariyê û divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Tekez kir jî, divê îrade û berjewendiyên pêkhateyan li ber çavan bê girtin û li derveyî îradeya pêkhateyan, nabe ti rêbaz û formulek li ser pêkhateyên Kurdistanê bê ferzkirin.