Bûyera zewaca zarokeke 6 salî li Tirkiyê rastî nerazîbûnan tê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê bûyera zewicandina keçikeke 6 salî ji ber zextê bavê xwe bi murîdê wî yê 29 salî re wek skandaleke mezin tê dîtin û piştî nerazîbûnên mezin ên li nav civakê doza bûyerê pêk hat. Di yekem dozê de biryara berdewamiya girtina bav û murîdê wî yê ku endamên heman tarîqatê ne bi destdirêjiya keçikê tê tohmetbarkirin hat dayîn, doz bo 27ê Sibatê hat paşxistin. Mafnas amaje dikin kesên vê dozê wek dijminatiya Misilmanî dest nîşan dikin, bila baş bizanin, em jî Misilman in û em ê li dijî destdirêjiyê bêdeng nemînin.

Li Stenbolê li ser gilîkirina keçikekê hat ragihandin dema ew keçik 6 salî bû bêyî dilê xwe bi zexta bavê xwe Yusuf Ziya Gumuşel ê damezrînerê Weqfa Hîranûr a bi ser Cimeata Îsmaîlaxa ye bi murîdê wî Kadir Îsteklî yê 29 salî re hatiye zewicandin.

Ev bûyer li nava civaka Tirkiyeyê bû sedema nerazîbûnên mezin.

Berpirsa Platforma Jin Bihevra Hêzdar in Ruya Kurtuluş ji K24ê re got: “Hêvî dikim sûcdarên ku bûne sedema destdirêjkirina zarokê heta hetayê werin sizakirin. Ew sazî û kesên li pişt wan in jî divê werin darizandin.”

Li gor gotina keçikê piştî bavê wê ew şandiye ba murîdê wî her roj hatiye îstîsmarkirin.

Parêzera Keçika Hatiye Îstîsmarkirin Canan Sari dibêje: “Muwekîla min beşdarî dozê nebû. Ji ber bûyera hatiye serê wê derûniya wê têk çûye û niha di parastina Wezareta Malbatê de ye. Ji bo sûcdar neyên berdan ji hêla hiqûqî ve çi ji destê me tê em ê bikin.

Der barê bav û murîdê wî de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve Kanûna borî îddîaname hat amadekirin. Bi tohmeta îstîsmarkirina cinsî ya sîstematîk der barê dê û bavê keçikê de 22 sal û 6 meh, der barê Îsteklî yê murîd de jî 67 sal û 10 meh û 15 roj cizaya zindanê tê xwestin.

Li dadgehê di yekem runiştinê de ji bo parastina mafê keçikê gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û ji zêdeyî û ji zêdeyî 40 baroyan amade bûn.

Seroka Komeleya Têkoşîna Îstîsmarkirina Zarokan Saadet Ozkan got: “Eger kesên destdirêjiya zarokan, jinan dikin bi awayeke giran neyên sizakirin, bûyerên destdirêjî dê zêde bibin. Kesên vê dozê wek neyartiya Misilmanî dest nîşan dikin bila bizanin em jî Misilman in û em ê bêdeng nemînin.”

Gelek endamên cimaeta Îsmaîl Axa jî li ber dadgehê kom bûn û daxwaza berdana Gumuşel ê damezrînerê Weqfa Hîranur kirin.

Dadgehê li ser daxwaza dozger bi hinceta qaîdeya ehlaqa giştî der barê dozê de biryara berdewamiya girtiya gumanbaran, qedexeya weşanê û bo 27ê Sibatê biryara paşxistina da.