Berpirsê UNESCO li Iraqê: Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî û Berpirsê Rêxistina UNESCO li Iraqê Paolo Fontani di civînekê de behsa bername û karên hevbeş ên di navbera her du aliyan de kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî û Berpirsê Rêxistina UNESCO yê li Iraqê Paolo Fontani civiyan.

Di hevdîtinê de, Safîn Dizeyî spasiya kar û çalakiyên UNESCO yên li Herêma Kurdistanê yên di warê perwerdeyê de û projeyên wan ên ji bo parastina kelepûrê kir.

Her du aliyan hêvî xwastin ku bi hevahengiya ligel saziyên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê asta projeyan berfirehtir bikin.

Berpirsê Rêxistina UNESCO li Iraqê, behsa kar û bernameyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û got: “Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê.”