Li Bakurê Kurdistanê erd careke din hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke din rû da, li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê hest pê hat kirin.

Îro demjimêr 13:51 li herêma Elbîstan a Mereşê bi pileya 7,6 li ser pîvera Richterê erdhejeke nû rû da.

AFAD'ê ragihand, hêza erdhejê 7,6 bû, erdhej li Enqere, Riha, Sêrt, Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Edene û Meletiyê jî hat hîskirin û hin avahî hilweşiyan.

Her wiha li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Ev yek piştî wê tê, îro danê sibê erdheje bi hêza 7.7 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê rû da, li Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelak xanî hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir, di erdhêja Mereşê de 912 welatî canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 385 welatî jî birîndar bûne.