Hejmara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ser 12 hezar kes ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kesên ku di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane derket 12 hezar û 391 kesan û hejmara birîndaran jî derket 62 hezar û 914 kesan.

Li gorî agahiyên dawî yên SAKOM'ê, piştî erdhejê 1052 piştlezeyên din pêk hatin, li Maraş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 12 hezar û 914 kesan canê xwe ji dest dan û 62 hezar û 914 kesjî birîndar bûn.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duhî serdana Mereşê kir û di gotarekê de ragihand, “Me hemû derfetên xwe seferber kirine. Em bi şaredariyan û taybet bi AFAD'ê re xebatên xwe dimeşînin.”

Erdogan got jî: “Em bi otêlên Alanya, Antalya, Mêrsîn re axivîn. Ger welatiyên me bixwazin, em dikarin gelê xwe li otêlên van parêzgehan bi cih bikin. Em ê hemû pêwîstiyên we li otêlan bicîh bînin.”