Japon amadehiya xwe ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonê li Iraqê di hevdîtinê de behsa derfetên pêşxistina pêwendiyên Japonê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevkarî û hevbeşiya di navbera wan de kirin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 15.02.2023an di hevdîtinekê de digel Balyozê nû yê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto, pêşxistina peywendiyên Japonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên alîkariyên hevbeşên navbera wan da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Iraqê kir û herwesa li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya ajans û rêxistinên Japonî li Herêma Kurdistanê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina têkiliyên digel Japonê nîşan da. Di vê çarçoveyê da îşaret bi wê yekê kir ku piştgirî û zemînek lêhatî ji bo kar û sermayeguzariyên Japonî li Herêma Kurdistanê heye.

Balyozê Japonê, ji aliyê xwe ve, ji Serok Nêçîrvan Barzanî ra bi kurtî behsa çalakiyên serktora taybet û kompaniyên Japonî li Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî, Japon, dixwaze têkiliyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê xurt û berfireh bike, herwesa, berheviya sektora taybet ya welatê xwe ku sermayegozariyê û kar û çalakiyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê berfireh bikin nîşanda.

Rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.